Heyva Sor a Tirk ji bo remezanê li bajarê Kerkûkê li 200 malbatên penaber ên ereb xida bela kir.
Ekîba Heyva Sor, li malbatên ku xwe sipartine avahiyeke înşaat alîkarî belav kir.
Berpirsiyarê Alîkariyên Iraqê yê Heyva sor a Tirk Şafak Lostar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di meha remezanê de alîkarî wê dewam bikin. Lostar got ku ew bêyî ku li mensûbiyeta wan a dîn, ziman, netewe û mezheb binêrin, wê alîkariyê bidin hemû mexdûrên şer.
Abbud Mahmudê ku serokê eşîrekê ye got ku ji Mûsil, Telafer, Enbar û Tikrîtê penaber hatin Kerkûkê û Tirkiye cara çarem e ku alîkariyê dide wan, ew ji bo vê sipasdar e.