Önder Beyter
03 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2017
ADEN
Hat ragihandin ku Heyva Sor a Tirk li Adena Yêmenê hezar ton ar li malbatên mihtac belav dike.
Rayedarê Heyva Sor a Tirk Sadik Aydin di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku wan li bajarê Adenê bi hevkariya Komîteya Bilind a Alîkariya Mirovî va dest bi belavkirina hezar ton ar kir.
Aydin diyar kir ku wan ji navçeya Hur Mekserê dest bi dayîna alîkariyê kir û herwiha ji vê alîkariyê 40 hezar malbat wê îstifade bikin û wiha xeberda, "Ev alîkariya ku tê belavkirin, beşek ji 10 hezar ton alîkariya mirovî ye ku keştiya tirk di tîrmehê da biribû Lîmana Adenê."
Kordînatorê Komîteya Bilind a Alîkariya Mirovî Cemal Belfeqî jî destnîşan kir ku herêmên di destê hûsiyan da jî tev, Heyva Sor a Tirk alîkariyê dişîne piraniya bajarên Yêmenê. Belfeqî herwisa spasiya Tirkiyeyê kir.