Nihat Kavşut
04 Gulan 2017•Rojanekirin: 09 Gulan 2017
VAN
Piştî li Lîça Meydan Bogaziyê ya li Ercişa navçeya Wanê bi sedan masî hişk bûn, li ser daxwaza welatiyan lêkolîn dan destpêkirin.
Li lîça 37 kîlomêtro dûrî navçeyê ye bi sedan masî hişk bûn û welatiyan agahî dan Midûriyeta Xurek, Çandinî û Heywandariyê.
Li ser vê Muhammet Demirê Midûrê Şaxa Av û Masiyan û ekîba pê ra çûn herêmê û lêkolîn kirin.
Demirê ji masiyên hişk bûne nimûne hilda û wiha got: "Em ê li laboratuvarê li ser nimûneyan lêkolînê bikin û encamên derketin ji raya giştî ra eşkere bikin."
Selîm Aşîkarê li herêmê dijî destnîşan kir masiyên di lîçê da hişk dibin û wiha got: "Cara ewil e tiştekî wiha dibe. Em ketin şikê û me agahî da. Em dixwazin bê lêkolînkirin."