VAN
Li Gurpinara navçeya Wanê ji ber hişkayiyê av tuneye. Welatî ji bo ku heywanên avdin pêz û dewarên xwe dibin ser bendava Zernekê.
Îsal li Tirkiyeyê hişkayî hebû û ji ber vê jî gelek gol, bendav û çavkaniyên avê ziha bûn. Welatiyên ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê heywandariyê dikin ji ber vê gelek tengasî dikişînin.
Li zozanan êdî hewa sar bû û çêre jî qediya, ji ber vê jî welatiyan heywanên xwe ji zonanan anîn. Gelek çavkaniyên avê ziha bûn û ji ber vê jî welatî li der û dorên gol û bendavan heywanên xwe xweyî dikin.
Bendava Zernekê ya ku li ser rêbeja Wan û Hekariyê ye ji bo welatiyên ku heywandariyê dikin cihê sipartinê ye.
Taxên wek Akbulut, Hacikoy, Işikpinar, Çoreklî û Uçgenê yên nêzîkî bendavê her roj nîvro şûnde heywanên xwe tînin berî bendavê didin û heta êvarê li wir dihêlin.
Şivan êvarê heywanan ji bendavê derdixin û dibin çiyê û heta şebeqê diçêrînin. 2 mehên din ew ê heywanan bînin nav gund û di tewleyan de xweyî bikin.
Ji şivanan Veysel Çelik daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi sarbûna hewayê ve ji zozanan hatin dorberê bendavê.
Çelîk destnîşan kir ku îsal çêre zû xelas bû û ji bo vê ew jî zû ji zonanan vegeriyan û wiha pê de çû: "Em ê mehek û du meh li van deran îdare bikin. Em biharê heywanan naynin vî aliyê bendavê, ji ber vê jî çêreya vira xelas nabe û payîzê li vira heywanan diçêrînin. Ji bo avê jî divê em li nêzîkî bendavê bin. Çavkaniyên avê û gol ji ber hişkayiyê ziha bûn. Di bendavê de av heye û ev der hênik e jî. Îsal ava bendavê jî zehf hindik e. Xwedêkirî îsal deriyên bendavê hatin girtin û tê de av tov bû. Ku wer nebûya îsal heywanên me ew ê ji tîbûnê mirar bûna."