01 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2016
VAN
Gurpinara navçeya Wanê rêncber beriya seqema zivistanê amadehiyên xwe yên dawîn dikin.
Li navçeyê demsala zivistanê dijwar derbas dibe. Rêncber ji bo zivistanê amadehiya alifê heywanên xwe dikin.
Rêncber hê havînê dest bi amadehiya zivistanê dikin û di gîhadirûnê da gîhê, di nandirûnê da jî genim patozê dixin û ji bo heywanan kes û kayê didin hev. Kesên ku gîhayê wan tunebin jî kesê dikirin û zivistanê didin heywanên xwe.
Rêncber Necmettîn Çeşît daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku rêncber beriya ku zivistan were gîha û sap patozê dixin û dikin kes û ka.
Çeşît diyar kir ku ew karê patozê dikin û di nav zeviyan da gîhê patozê dixin. Çeşît diyar kir, ji ber ku li herêmê serma û baran heta şeş mehan dewam dike, ew her sal payîzê dest bi amadehiya zivistanê dikin.
Çeşît got ku ew bi heywandariyê debara xwe dikin û wiha axivî: "Merivên me havînan ji bo zivistanê giya kom dikin û ji bo heywanan dixine lod. Bi saya vî karî zivistanên me baş û xweş derbas dibin. Em kayê li axurê didin heywanan da ku necemidin. Jiyana me li ser heywandariyê ye. Karê patozê karekê zor û zehmet e. Ji ber tozê meriv nayê nasîn. Ji bo sihetê ne baş e lê em mecbur in."