Sevim Hatun
25 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2017
ŞIRNAK
Di çarçoveya "Bernameya Piştevaniya Projeyên Ciwaniyê" de ya bi alîkariya Wezareta Ciwanî û Sporê hat lidarxistin li baxçeyê navenda ciwaniyê ya li Silopiyê ji bo xwendekarên mexdûrê terorê hin xebatên hunerî û sporê hatin kirin.
Personelên Midûriyeta Xizmetên Ciwanî û Sporê yên ku wesayita mobîl a Navenda Ciwaniyê li baxçeyê Navenda Ciwanî û Silopiyê danî ji bo xwendekaran çalakiyên wekî kişika kuçeyê, golf, boks, tenîsa kuçeyê, voleybol, badmînton û dartê li dar xistin.
Xwendekarên ku li vê derê man kêf kirin.
Kordînatorê Projeya Midûriyeta Xizmetên Ciwanî û Sporê yê Navçeyê Necmettîn Uce di daxuyaniya ku da nûçegihanê AAyê de got ku ew dixwazin alîkariyê bidin ciwanan.
Uce wiha axivî: "Piştî ku hêzên me yên ewlekariyê li herêmê ewlehî pêk anî, herêm aram bû, me jî dest bi projeyên wiha kir. Em bi wesayita Navenda Mobîl ya ku me kirê kir sporên cuda cuda bi ciwanan didin nasîn."