Haydar Şahin
23 Gulan 2020•Rojanekirin: 28 Gulan 2020
Laleyên serserkî yên wekî guldexwîn tên zanîn çil û çiyayên Hekariyê dixemilînin.
Guldexwînên li bintara çiyayên bi berf hêşin dibin ji welatiyanû tebîethezan eleqeyê dibînin.
Kesên dixwazin guldexwînên bi rengên cuda vedikin bibînin derdikevin Zozana Kanîkîlê ya li 3 hezar mêtre bilindahiyê.
Zozan 40 kîlomêtre li dûrî navendê ye û tebîethez piştî rêwîtiya 2 saetan li ber xwe dide derdikevin zozanê û guldexwînan dibînin.
Tebîethez di dema rêwîtiyê da guh didin mesafeya civakî û wêneyên guldexwînan dikişînin.
Laleyên serserkî yên wekî guldexwîn tên zanîn çil û çiyayên Hekariyê dixemilînin. ( Yılmaz Kazandıoğlu - Anadolu Agency )
- "Ez gazî her kesî dikim ku bira werin dîtina vê derê"
Saît Çetînê tebîethez daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo guldexwînan bibîne derkete rêwîtiyeke dijwar.
Çetîn got lêbelê piştî rêwîtiyê dema ku guldexwîn dîtin şaş û metel man û wiha pê da çû:
"Em hatin dîtina xweşikahiyên vê derê. Şertên erazî dijwar in lêbelê tebîet bêhempa ye. Ligel hemû dijwariyê Xwedêkirî em hatin vê derê. Meriv gelekî kêfxweş dibe. Em hinekî westiyan lêbelê xweşikahiyê em anîn ser hemdê xwe. Ez gazî her kesî dikim ku bira werin dîtina vê derê."
Kiyas Çetîn jî got di germahiya meha remezanê da ji bo guldexwînan bibînin hatin vê derê, ji ber ku li vê derê ye gelekî kêfxweş e.