Abdullah Tel
23 Gulan 2020•Rojanekirin: 24 Gulan 2020
Li Kehtaya navçeya Adiyemanê welatiyên ji germê aciz dibin bi berfa ji quntarên Çiyayê Nemrûdê tînin va fitara xwe vedikin.
Çiyayê Nemrûdê di çarçoveya tevdîrên li hemberî vîrusa koronayê (Kovîd-19) da ji bo ziyaretvanan girtî ye.
Li ser Çiyayê Nemrûdê yê 2 hezar û 206 mêtro bilind tumulusa 50 mêtro bilind û 150 mêtro fireh a Qraliyeta Kommageneyê û peykerên mezin hene. Çiyayê Nemrûdê ji ber girîngiya xwe di Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê da ye û yek ji wan deran e ku lê hilatin û qulibîna rojê herî xweşik tê temaşekirin.
Bi saya bilindahiyê berfa li kuntarên çiyê hê neheliye û welatiyên di van rojên germ ên bi rojî da tî û birçî dibin ji bo weca xwe bişkênin fitara xwe bi berfa çiyê vedikin.
Welatiyên ji navçeya Kehtayê û Siwêrega navçeya Rihayê bi wesayîtên xwe yên taybet tên Çiyayê Nemrûdê berfa li palê tijî poşêt û termosan dikin û dibin êvarê dimsê jî lê dikin û bi berfedimsê fitara xwe vedikin.
Eyup Aslanê ji navçeya Kehtayê bo berfê bibe hat herêmê got ku ew hersal hefteyê herî kêm rojekê tê û lê îsal ji ber şewbê cara ewil e hatiye berfê bibe.