Fatih Gazioğlu
04 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2019
Li Îdirê komeke xwendekarên zanîngehê gund gund digerin û porê kur û keçikan çêdikin.
Xwendekarên zanîngehê di çarçoveya projeya "Gundên bêtiraş bila nemînin" ya ku ji hêla Midûriyeta Ciwaniyê ya Îdirê tê meşandin da hatin bal hev.
Lîderê ciwaniyê Nedîm Akkuş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji bo zarokên li gundan projeyan amade dikin û di vê çarçoveyê da zarokên gundî tiraş dikin.

Akkuş got ku dema diçin gundan ji zarokan ra melzemeyên qirtasiyê jî dibin û wiha axivî:
"Em bi xwendekarên dildar ra hatin bal hev û me got 'Gelo ji bo zarokên li gundan çi bikin?' Paşê ev proje derket holê. Dema em diçin gundan zarok gelekî kêfxweş dibin. Me projeya xwe ewil li gundê Karaçomakê da destpêkirin. Em ê her hefteyê biçin gundekî. Em ê piranî gundên ku ji navendê dûr in tercîh bikin. Heta em hemû zarokan tiraş nekin em nasekînin."
- "Dema em wan dibînin em gelekî kêfxweş dibin"
Ji dildarên projeyê kuafor Yasemîn Karakuşê jî got ku ev çalakiyeke gelekî girîng e û wiha axivî: "Divê hemû kes piştgiriyê bidin projeyên wiha. Dema em wan zarokan dibînin em gelekî kêfxweş dibin."