İbrahim Atmaca
21 Gulan 2019•Rojanekirin: 23 Gulan 2019
Li Mûşê bi germbûna hewayê ra rêncberan dest bi birîna pez kir.
Li gundê Karabeyê yê li ser navendê rêncberên ku amadehiya derketina zozanan dikin, meqes û hevrîngan va pez birîn û dîmenên rengîn derketin holê.

Rêncberan ji bo hênik bibin dest bi birîna pez kir û bi firotina hiriya wan jî dahatê bi dest dixin.
Rêncber Mehmet Emîn Demir daxuyanî da û got ku heyama pezbirînê dest pê kir.

Demir wiha axivî: "Em salê carekê pezê xwe dibirin. Hirî zivistanê pez germ dihêle û havînê jî dibe sedema nexweşiyan. Ji ber vê yekê em pez dibirin, ji hiriya wê jî dahatê bi dest dixin."
Demir bal kişand ku heywanên tên birîn, qelew dibin û wiha dewam kir, "Em mihekê di 15-20 deqîqeyan da dibirin. Kesek rojê dikare nêzî 15-20 mihî bibire."
Rêncber Harun Demir jî qala birîna pez kir.