Haydar Şahin
25 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2019
Ahmet Kilê cotkarê li Ovacixa navçeya Tunceliyê dijî û Denîz Yusuf Îlgîçê endezyarê ziraetê ji bo ceribandinê berzeling ajotin û demekê şûnda berzelingan kulîlk vekir.
Li Ovacixê di çarçoveya xebatên Midûriyeta Xurek Çandinî û Heywandariyê da Ahmet Kil 3 sal berê li gundê Yilanliyê, Denîz Yusuf Îlgîçê endezyarê ziraetê jî par li gundê Koyungoliyê ji bo nirxandina erdên beytûn berzelingên ji Bursayê bêpere hatibûn şandin ajotin.
Berzelingên bêyî amûrên kîmyewî hatin ajotin ji erdê û hewaya herêmê hez kirin û kulîlk vedan.
Bejna berzelingan gihîşt 30 santêmî û baxçe bi rengê mor xemilîn. Baxçeyên berzelindan bi reng û bêhna xwe eleqeyê dibînin.

Li baxçeyan mêş, moz, xalxalok, qîzela û hin bihokên din bi berzelingan va dîmenên xweşik derdixin holê. Hedefa Kil û Îlgîç ew e ku di pêşerojê da karê xwe pêş bixin û amûrên ji berzelingan çêdikin bifroşin.
Denîz Yusuf Îlgîç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di qada nebatên tibî da hin xebatan didomîne.
Îlgîç destnîşan kir ku li Midûriyeta Çandiniyê ya Ovacixê wezifeyê dike, par ji bo ceribandinê berzelin ajotin û wiha pê da çû: "Berzeling hewcedarê eleqeyeke zêde nînin. Berê jî midûriyeta me li Ovacixê berzeling ajotibû. Di wê ceribandinê da bi ser ketibûn. Me jî got hela biajon gelo çi dibe. Bi rastî baş hêşin hat û em kêfxweş bûn. Di nav salkê da kulîk gelekî rind bûn."
- "Kêrî mozvanan jî tê"
Îlgîç bal kişand ku ji berzelingan gelek tişt tên çêkirin û wiha axivî:
"Hem moz ji berzelingan îstifade dikin hem jî ji rûnê kulîlkan qrem û sabun tên çêkirin. Dema rûnê berzelindan derdixin ji hidrosolina bermayiyên wê jî sabun tê çêkirin. Berzeling nebateke kêrhatî ye, ji bo stres, depresyon û xewkêşiyê rind e. Dema bîn bikin jî meriv rihet dibe. Li aliyê me gelek mozvan hene û kulîlkên berzelingan kêrî wan jî tê. Lewra kulîlk qasî mehekê vekirî dimînin."
Ahmet Kil jî diyar kir ku berzelingan ji erd û hewaya herêmê hez kirin û wiha pê da çû: "Zeviya min a 50 dolimî heye. Min ji bo ceribandinê 3 sal berê 5 dolim berzeling ajot. Em nika kulîkan berhev dikin. Ji bo Ovacixê têxin warê berzelingan em li benda veberhênerên din in. Em bi qismekî berzelingan sabunê çêdikin û qismê din jî dixin çay."