İbrahim Torlak
23 Hezîran 2022•Rojanekirin: 28 Hezîran 2022
Li Esentepeya gundê Kercoşa Batmanê zeviyên berzelingan (lewante) hatin çinîn.
Nurî Aslanê du sal e li ser erdeke 8 donimî li gundê Esentepeyê çandiniya berzelindan dike ji rojnamevanan ra daxuyand ew kêfxweş e ku îsal jî berzelingan berhev dike.
Aslan got li ser axa Batmanê berzeling baş dihîhêjin û ji hêla aboriyê va jî karekî baş e.
Aslan wiha axivî: "Par ji bo ceribandinê min danîbû. Dema me netîceyeke baş bi dest xist, min îsal jî dewam kir. Ji bilî berzelingê ez cehtirî, reyhan û melîsayê jî direşînim."