Türkan Tosun
23 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2019
Dîcle Sevîm Sertkayaya li Îngiltereyê dijî û xwîşka wê Zuhriye Sertkaya Butuna li Stenbolê dijî 3 sal berê ji bo ceribandinê li welatê xwe Bîngolê li ser erdekî 3 donimî berzeling reşandin û niha çandiniya wê dikin.
Herdu xwîşkên ji Bîngolê ne 3 sal berê ji bo axa ku lê mezin bûn, ji bo gundê Kabaçaliyê projeyek amade kirin û berzeling danîn.
Berzelinga bêyî madeyên kîmyewî hat danîn axa Bîngolê hez kir û îsal hat berhevkirin.
Ji vê nimûne hatin berhevkirin û şandin Ispartayê ku li ser lêkolîn bê kirin.
Berzeling wek çay tê vexwarin û di qada tenduristî û kozmetîkê da tê bikaranîn.

Armanca herdu xwîşkan ew e ku li herêmê karê berzelingan belav bibe û ew tesîsekî ava bikin da ku tê da rûnê wê bê peydakirin û paşê bê firotin.
- "Me xwest em hêviyê li vir bireşînin"
Zuhriye Sertkaya Butuna mamosteyeke teqawîdbûyî ye ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji bo ku bêhna berzelingan ji Bîngol û çiyayên Karerê bê wan dest vî karî kiriye, lê ancax piştî sala sêyemîn wan çandiniya berzelingan kiriye.

Butun got heke encamên li Ispartayê baş bên ewê li ser qadeke firehtir bireşînin û wiha dewam kir: "Rûnê berzelingan di qada tenduristî û kozmetîkê da tê bikaranîn. Çiqas li cihên bilind bê reşandin qalîteya rûn jî ewqas zêde dibe. Firotina wê ne pirsgirêk e. Heke encamên analîzê baş derkevin em dixwazin vî karî mezintir bikin. Em dixwazin di dahatûyê da tesîsekê jî ava bikin da ku ew lê bê bikaranîn. Me xwest em hêviyê li vir bireşînin. Me xwest ew ji bo dahatûyê bibe hêviyek. Niha em jê kêfxweş in, baş dimeşe. Înşallah wê baştir be." "
- "Ji niha ve gelek cotkar dixwazin vî karî bikin"
Butun anî ziman li herêma Karerê 9 gund hene, ew hewl didin erazî vala nemînin û li van 9 gundan karê berzelingê bê kirin û wiha pê da çû: "Bila xêra wê bigîhîje 9 gundan. Bêhna berzelingan ji baxçeyên me bên, zeviyên me hebin. Heke ji hêla aboriyê va xêra wê çêbû em dixwazin hemû gundan vî karî belav bikin. Ji niha ve gelek cotkar dixwazin vî karî bikin. Ji bo nasandina Bîngolê jî ewê baş be. Heke projeya me bi ser bikeve bêhna berzelingan wê ji çiyayên me bê."
- "Em ji bo her cure piştgiriyê amade ne"
Midûrê Bajêr ê Çandinî û Daristanê Burhan Bahadir jî got gelê herêmê ji ber karê berzelingan bikelecan e û wiha axivî: "Berzeling li ber serma û germê li ber xwe dide. Dema em van taybetmendiyan dinihêrin dikarin bibêjin ji bo bajarê me di dahatûyê da wê baş be. Ji ber vê reşandina berzelingan a ku ji hêla hemwelatiyê me va hat kirin çawa ku di gelê herêmê da bû sedema kelecanê, ji bo me jî bû kelecanek. Em ji bo her cure piştgiriyê amade ne."