Fatih Gazioğlu
24 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2019
Rekolteya "Zerdeliya Qaxizmanê"ya îsal ji ber serma û barîna berfê kêm bû.
Li Tirkiyeyê zerdeliya Kaxizmanê navdar e û bi tenê li herêma Qersê digihê. Ji ber berfa ku di meha adar û nîsanê da barî li ser rekolteya zerdeliyê tesîreke neyînî kir.
Par li herêmê qasî 100 hezar tonî zerdelî hatibû berhevkirin. Îsal ev reqem ji ber serma û berfê dakete 25 hezar tonî.
- "Libeke zerdeliya Qaxizmanê ji hêkekê mezintir e"
Endamê Lijneya Birêvebiriyê ya Yekîtiya Odeyên Zîreatê ya Tirkiyeyê (TZOB) û Nûnerê Herêma Rojhilatê Anadoluyê Adem Ertaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku îsal rekolteya zerdeliya Qaxizmanê ji ber serma û barîna berfê kêm bû.
Ertaş got ku tehma zerdeliya Qaxizmanê gelekî xweş e û li gor yên ku herêmên din çêdibin pariyek mezintir e û wiha axivî:
"Libeke zerdeliya Qaxizmanê ji hêkekê mezintir e. Şekira tê da kêm e û biave. Di meha adar û nîsanê li herêmê berf barî. Ev ji li ser rekolteya me ya îsal de tesîreke neyînî kir. Li gor par li herêmê ciyên nizim da ji sedî 65-70, li ciyên bilind jî ji sedî 80 rekolteya zerdeliyê kêm bû. Cotkarên me îsal mexdûr bûn. Çimkî mesrefa dermankirin, avdan û yên din derneketin. Kêmzede her sal me li herêmê 100 ton zerdelî berhev dikir. Ji vê qasî 50-60 tonî jî me îxrac dikir. Mişteriyê me yê herî girîng Rûsya bû. Îsal bi tenê 25 ton zerdelî hat berhevkirin."