Sevim Hatun
21 Gulan 2019•Rojanekirin: 22 Gulan 2019
Li Hekariyê 13 jinên muteşebis li serayên bi piştgiriya dewletê hatin avakirin kulîlkên xemlê diçînin û cihên cuda yên Hekariyê bi van kulîlkên rengîn tên xemilandin.
13 jinên endamê "Kooperatîfa Jinan a Çîçeklerîn Ozu" bi slogana "Bişirînên Bajêr" kom bûn û di çarçoveya projeya "Di Çandiniya Kulîlkên Xemlê da Cotkarên Jin" da biryara avakirina serayê dan.

Jinên ku ji Serokatiya Îdareya Pêşvebirina Herêmê sê sal berê 250 hezar lire sitandin û li ciyekî hezar metre qereyî yê li nêzî Taxa Derecîka Jêrîn a li ser gundê Kikirdagê du sera çêkirin. Jinên muteşebis di mehên cuda yên salê da li van serayan kulîlkên xemlê û sebze diçînin.
- "Hemî tiştên ku destê jinan pê dibe xweşik in, bi taybetî kulîlk"
Toximên ku jinan di meha adarê da çandibûn niha ber didin, kulîlkên cuda yên ku serayê niha xemilandine difroşin sazî, dezgeh, kafe û kargerên parkan. Jin, bi pereyê ku ji vê derê qezenc dikin, piştgiriyê didin budçeya mala xwe.
Jin, di meha remezanê da jî li serayên xwe dixebitin û bi vê kêfxweş in.

Seroka Kooperatîfê Sîbel Adiyamanê ji nûçegihana AAyê ra daxuyand ku vê gavê kulîlkên xemlê diçînin.
Adiyamanê wiha dewam kir, "13 jin vê xebatê bi rê ve dibin. Herî zêde sazî kulîlkên xemlê dixwazin. Ji bilî vê park û kafe jî daxwazê dikin. Vê gavê li vir 13 jin hene. Jinên di nav vê xebatê da cih digirin piştgiriyê didin budçeya malbata xwe."
Adiyamanê got îsal teleb zêdetir e û wiha dewam kir, "Hemî tiştên ku destê jinan pê dibe xweşik in, bi taybetî jî kulîlk. Bi kulîlkên seraya me Hekarî tê xemilandin. Herçiqas meha Remezanê be jî em tên li vir dixebitin. Li vir kedeke mezin tê dayin."
Ji jinan Hatîce Çîftçiyê got ku hin rojan li vir nêzî 5 saetan dixebitin û vî karî bihezkirin dikin û di berdewamiya axaftinê da got, "Divê jin li ser piyê xwe bisekinin, ev girîng e."