Türkan Tosun
14 Nîsan 2019•Rojanekirin: 16 Nîsan 2019
Li Japonyayê di salên dawîn da "kafeyên heywanan" gelekî balê dikşînin, gel eleqeyeke mezin nîşanî van kafeyan didin.
Li paytext Tokyoyê kafeyên heywanan ên tê da kêvroşk, çivîk, mar, kûçik, pişîk hene, bala turîstan dikşînin.
Di nav van kafeyan da yên herî zêde mirov ziyaret dikin jî kafeyên pişîkan in.
Li Japonyayê di salên dawîn da "kafeyên heywanan" gelekî balê dikşînin, gel eleqeyeke mezin nîşanî van kafeyan didin.Li paytext Tokyoyê kafeyên heywanan ên tê da kêvroşk, çivîk, mar, kûçik, pişîk hene, bala turîstan dikşînin.Di nav van kafeyan da yên herî zêde mirov ziyaret dikin jî kafeyên pişîkan in. ( Ömer Faruk Yıldız - Anadolu Agency )
Taybetmendiya van kafeyan ew e ku mirov dema lê rûdinên pişîk jî li ser mase û sandalyeyên wan rûdinên.
Ev kafe xwedî hin qayde û rêbazan in ku tişta herî girîng divê paqijî ye.
Kesên tên van kafeyan mecbur in solên xwe derxin, destên xwe bi sabuna taybet a dezenkeftan bişon ku mikrop derbasî heywanan nebe.
Qaydeya duyemîn jî ew e ku divê mirov rêzê nîşanî pişîkên li kafeyê bidin. Xebatkarên kafeyan nîşanî mirovan didin ku divê ew çawa pişîkan hez bikin û dema heywan radizên divê neyên şiyarkirin.

Bihayê nîv saetê kafeyên pişîkan 900 yenê Japonyayê (45 lîre) ye.
- Hezkirina heywanan zêde dike
Xebatkarê Kafeya Pişîkan a JaLaLayê ya li herêma Akîhabaraya Tokyoyê Iguchî ji nûçehiganê AAyê ra got kafe 11 sal berê hatiye vekirin û eleqeya turîstan dikşîne.
Iguchî got ew him xizmetê didin mûşteriyan û him jî pişîkan xwedî dikin û wiha dewam kir: "Rojên kar heta dema êvarê sakin e, lê êvaran û di dawiya hefteyê da hejmara ziyaretvanan zêde dibe."
Kafeyên heywanan ên li Japonyayê balê dikşînin
Iguchî anî ziman kafeyên heywanan ji bo stresê û demê xweş debaskirinê cihên baş in û wiha axivî: "Zarokên ji heywanan ditirsin jî carna tên van kafeyan û heywanan hez dikin."