İbrahim Atmaca
14 Nîsan 2019•Rojanekirin: 17 Nîsan 2019
Masiya încî kefalê di Gola Wanê da cureke endemîk e û ev masî di biharê da ji bo ku hêk bike berê xwe dide ava şirîn. Ji bo ku di nav sê mehên ku masî xerzê xwe datînin da tu kes masiyan negrin û masî werin parstin ekîbên cendirmeyan wê ji hewa û erdê va kontrolan bikin.
VAN (AA) - Masiya încî kefalê di Gola Wanê da cureke endemîk e û ev masî di biharê da ji bo ku hêk bike berê xwe dide ava şirîn. Ji bo ku di nav sê mehên ku masî xerzê xwe datînin da tu kes masiyan negrin û masî werin parstin ekîbên cendirmeyan wê ji hewa û erdê va kontrolan bikin. ( Özkan Bilgin - Anadolu Agency )
Încî kefalî di navbera 15 nîsan û 15ê tîrmehê da koçî ava şirîn dikin ku xerzê xwe daynin.
Încî kefal wê sê mehan ji hewa û erdê va werin parastin
Di vê rêwitiya ava şirîn da masî xwe çeng dikin û dîmenên pir xweş dertên holê. Fermadariya Cendirmeya Bajêr ji bo parstina încî kefaliyan ji sê milan va xebat da destpêkirin.
Di çarçoveya xebatan da di bin banê "tîmê hawirdorê" da 2 tîmên botan wê li ser golê, 10 tîmên asayîşê wê li bejayê wezîfe bikin, ji hewa va jî "drone" wê heftê da heft rojan û 24 saetan li ser Gola Wanê bigerin ku kesek masiyan negre.

Ekîb wê bi pergala çavdêriya şevê va jî timî hewzeya Gola Wanê kontrol bikin da ku încî kefal bi rehetî xwe bigihînin ava şirîn û xerzê xwe daynin.
Fakulteya Berên Avê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê jî wê piştgiriyê bide xebatên parastina masiyan da ku tu kes 90 rojî încî kefaliyan negre.

Ji Fakulteya Berên Avê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê Endamê Hîndekariyê Dr. Mustafa Akkuş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li herêmê 14 hezar meriv debara xwe bi încî kefalê dikin.
Akkuş diyar kir ku ev masî dema xerzdanînê digihêjin hev û koçî ava şirîn dikin û masîgirên qaçax di vê heyamê da masiyan digrin.

Akkuş got ku di vê heyamê da cendirme wê li ber çeman û cihên ku încî kefal tê ra xwe digihînin ava şirîn tevdîran hildin.
Akkuş destnîşan kir ku di heyama xerzdanîna încî kefalê da ew ê bi ekîbên cendirmeyan ra bi kordîne hereket bikin û wiha dewam kir, "Încî kefal wê him ji hewa va hin ji erdê va him jî li ser golê ji sê milan va 90 rojî werin parastin."