KARS
Karkerên ku li nêzî gundê Dîkmeya Sarikamîş-Qersê xetên trênê nû dikin, di remezenê de jî bi dil û can dixebitin.
Di bernameya xebatên TCDDyê ya 2013yan de nûkirina xetên trênan heye. Karker li nêzîkî gundê Dîkmeya li ser Sarîqamîşê sibê zû dest bi xebatê dikin. Karker li herêmê rayên 12 metroyî ji cihên wan derdixin û li şûna wan rayên 108 metroyî û 250 kîloyî radixin. 80 karker û 10 xebatkarên teknîkî bi ekskavator, qirêder, wesayîtên xetên trênê û bi 2 wesayîtên ku rê çêdike di hewaya germ û rewşên dijwar de dixebitin.
Midûrê Temîr û Restorekirina Rê ya 45. ya Erziromê yê TCDDê Ugur Şahîn ji nûçevanê AAyê re daxuyand û wiha got: "Em di saet 07.00an de dest pê dikin û heya 17.00an didomînin. Di nav xebatkarên me de yên ku rojiyê digrin jî hene. Em di nav rewşeke dijwar de dixebitin. Germ hinekî tesîrê li me dike lê di xebata me de kêmasî çênabe."