02 Adar 2017•Rojanekirin: 05 Adar 2017
TUNCELÎ
Werzişkarên jin yên endama Kulûba Siruştî ya Adrenalîna Munzurê (MADOSK) ji bo di branşa kanoyê de Tirkiyeyê temsîl bikin dest bi xebatên xwe kirin.
Kulûbê di vê çarçoveya de ji jina ku li Çemê Munzurê spora raftîng û kanoyê bikin tîmek ava kir.
Werzişkarên jin wê di 4 û 5 adarê de li Ardeşana navçeya Rîzeyê beşdarî Şampiyonaya Kanoyê ya Tirkiyeyê bibin.
Werzişkarên jin dixwazin di vê şampiyonayê de serkeftî bibin û bi saya vê jî di şampiyonên derva da Tirkiyeyê temsîl bikin.
Serokê Kulûbê Nazim Arslan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ev demek e wan li Tirkiyeyê di branşa raftîngê de gelek encamên baş bi dest xistine. Arslan got ku wan beriya vê jî li Gurcistanê di Kûpaya Kulûbên Ewropayê de Tirkiye bi 4 werzişkaran temsîl kiribû.