17 Mijdar 2016•Rojanekirin: 18 Mijdar 2016
TUNCELÎ
Di çarçoveya jêpîrsîna ku li Tunceliyê tê meşandin de 13 kesên ku sewqî dadgehê hatibûn kirin, jê 12 kes hatin girtin. Di nav girtiyan de Şaredarê Tunceliyê Mehmet Alî Bul û rêvebirên DBPyî jî hene.
Şaredarê Tunceliyê Mehmet Alî Bul, Serokê Bajêr ê HDPê Aslan Çag, Serokê Bajêr ê EMEPê Mustafa Taşkale, Serokê Bajêr ê DBPê Murat Polat, Seroka Şaxa DÎSKê Şukran Yilmaz, nûnerê BESê Musa Kiliç, endamê Koma Aştiyê Aysel Dogan û hin rêvebirên HDPê jî di nav de 13 kesên ku sewqî dadgehê kirin îfade dan.
Piştî jêpirsîna wan a li dozgeriyê Aysel Dogan serbest hat berdan, yên din hatin girtin.