"Kelemê Erdîşê" nîşana erdnîgariyê wergirt
Van
Kelemê li Erdîşa navçeya Wanê hêşîn dibe, bi piştgiriya Borseya Bazirganiyê ya Erdîşê bi nîşana erdnîgariyê hat qeydkirin.
Par bi destê Borseya Bazirganiyê ya Erdîşê ji bo "Kelemê Erdîşê" bi nîşana erdnîgariyê were tescîlkirin li Saziya Patent û Markeyê serlêdan hatibû kirin û ev serlêdana wan hat qebûlkirin.
Guncaw hat dîtin ku kelemê bi qasî 500 cotkar li navçeyê li 1700 dekarî diajon bi nîşana erdnîgariyê were qeydkirin.
Endezyarê ziraetê Fahrettin Sayinê ku li Midûriya Çandinî û Daristanê ya Navçeyê wezîfedar e diyar kir ku kelem di nav aboriya bajêr da xwedî tevkariyeke girîng e.
Sayin bal kişand kelemê ku li Erdîşê hêşîn dibe bi mezinbûna xwe tê nasîn û wiha pê da çû: "Kelemê Erdîşê cureyekî endemîk e. Mafê tescîla nîşana erdnîgariyê bi dest xist. Belgên vê kelemê tenik û bê reh û rîçal in. Di xwarinên herêmê yên wekî tolme û tirşînê da tên emilandin. Hebeke wan bi qasî 40 û 50 kîloyî tê. Li Hekarî, Erzirom û Stenbolê tên firotin."
Cotkarê keleman direşîne Velî Dager jî got, "Tehma kelemê Erdîşê pir xweş e. Ji bavê berê da tê reşandin. Em pir şa bûn bi nîşana erdnîgariyê hatiye tescîlkirin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.