11 Sibat 2017•Rojanekirin: 14 Sibat 2017
IGDIR
Li Îdirê Fatma Demirela 80 salî ya 7 zarokên wê hene, piştî mirina mêrê xwe ji bo debara xwe bike "kofi"yan çêdike.
Demirela li taxa Ozgurê dijî kofiyên li herêmê jin diemilînin û di bin şalpeyê da didin serê xwe çêdike.
Fatma Demirel li ser daxwazê ji hiriyê gore, fanorî, patîk, lepik û xalîçeyan jî çêdike.
Demirel wek mayîn ji bo cihêzê bûkan û diyariyan jî cil û bergan didirû.
Demirela bi vî karî 7 zarok mezin kirine kofiyên di dîlan û dewetan da tên emilandin çêdike û derbara xwe pê dike.
Fatma Demirelê diyar kir ji sala 1960an vir va vî karî dike û got tiştên çêdikim dişînim bajarên din jî.
- Bi çêkirina kofiyan 7 zarok mezin kirin
Fatma Demirelê destnîşan kir di salên dawîn da ji ber fabrîqeyan eleqeya li ser tiştên ji hiriyê tên çêkirin kêm bûye û wiha got: "Ez debara xwe bi vê dikim û min 7 zarok mezin kirin. Ez xalîçe, gore, fanorî, patîk, lepik û kofiyan çêdikim. Niha pîr bûme. Tenê bi maişê pîrbûnê û çêkirina kofiyan debara xwe dikim."
Demirelê diyar kir piştî mirina mêrê xwe ji bo zarokên xwe mezin bike dest bi vî karî kiriye û got bi saya vî karî mihtacî kesî nebûm û min zarokên xwe mezin kirin.