IGDIR
Leglegên ku wekî nîşaneya hatina biharê ne, bi germbûna hewayê vegeriyan Îdirê.
Legleg îsal ji ber hewaya sar koçî hêrmên ku hewaya wê germ e, kirin. Di van rojên dawîn de ji ber ku hewa germ bû legleg vegeriyan li ser hêlînên xwe yên li ser dîregên li ser rêya navçeya Karakoyûnlûyê.
Midûrê Karên Avê yê Daristanê Mete Turkoglû daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku legleg ji hewaya germ hez dikin û ji ber vê yekê jî nikarin li herêmên serma hedar bikin.
Turkoglû diyar kir ku legleg di zivistanê de jî ji Îdirê koç nakin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Leglegên ku hewzeya Erez ji xwe re kirine cîwar, ji ber ku zivistana îsal hişk derbas bû ji Îdira ku hewaya wê nerm e, koç kiribûn. Lê di van rojên dawîn de ji ber ku hewa germ bû legleg vegeriyan bajarê me. Em dema van ajalên xweşik dibînin, kêfxweş dibin. Ji ber ku ev ajal di rewşên asayî de vir naterikînin. Ji bo ku bikaribin xwe xwedî bikin têra wan av heye. Hewzeyên avê yên wekî robarê Erez, robarê Karasûyê hene. Ji ber vê yekê ev robar têra van ajalan dikin ku xwe xwedî bikin. Em jî dê wek Midûriya Karên Avê hêlînên leglegan qontrol bikin û heke hêlînên xirabûyî hebin, ji bo wan çi hewce bike em ê bikin."