15 Gulan 2016•Rojanekirin: 17 Gulan 2016
ARDAHAN
Li Erdexanê li navçeyên Gole û Hanakê leglega reş reng veda.
Çagatay Altinê ku li Midûriyeta Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Xwezayê ya Erdexanê dixebite ji nûçegihanê AAyê re got ku li Erdexanê leglegên reş û yên spî hene û wiha dewam kir: "Leglegên reş kêm tên dîtin. Em hejmara wan nizanin, lê em texmîn dikin ku hejmara wan li gor leglegên spî, qasî çaryekê ye."
Leglega reş li deşta Goleyê hat dîtin.