Türkan Tosun
13 Adar 2018•Rojanekirin: 14 Adar 2018
MÛŞ
Li Muratgorena gundê li ser navenda Mûşê gelek avahiyên kevn ji ber ku li ser banê wan hêlîna leglegan heye nayên hilweşandin.
Gundê Muratgorenê 20 kîlomêtro dûrî navendê ye û tê da gelek avahiyên kevn ên ku divê bên hilweşandin hene. Lê ji ber ku leglegan li ser banê avahiyan hêlîn çêkirine, gundî qêmîş nakin ku avahiyan xirab bikin.
Hasan Yilmazê ku li gund dijî ji rojnamevanan re got legleg bûne sembola gund û wiha axivî: "15 sal berê min avahiyeke nû çêkir. Mala min a berê hê vala ye û divê ez hilweşînim. Lê ji ber ku bi salan e li ser banê wî hêlîna leglegan heye ez nikarim hilweşînim. Lewra em leglegên ku mizgîniya biharê ne pir hez dikin. Gundê me bi salan e mazûvaniya leglegan dike. Ew şênahiya gund in."
Suleyman Korkmaz jî wiha got: "Li gundê me 60 mal hene, li ser banê 30 heban hêlîna leglegan heye. Tu kes nikare têkilê hêlîna wan bibe. Heta wisa ku em car caran qût jî didin wan."