İbrahim Atmaca
22 Mijdar 2020•Rojanekirin: 23 Mijdar 2020
Li Erzirom, Erzincan, Qers, Agirî û Erdexanê berf tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî û ewrayî be.
Serê sibê li Erzincan û Erziromê, ji danê nîvro pê va li Qers, Agirî û Erdexanê bi navber şilope û li deverên bilind berf wê bibare.
Li gor texmînê germa hewayê wê li gor şertên demsalê be.
Li herêmê bişev germa hewayê ya herî kêm li Îdirê 3, li Erzincanê 0, di binê sifirê da li Qers û Erdexanê 4, li Agirî û Erziromê 6 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Îdir û Erzincanê 10, li Qersê 5, li Erdexanê 4, li Agiriyê 3 û li Erziromê 2 pile tê payîn.