Orhan Pehlül
14 Îlon 2021•Rojanekirin: 15 Îlon 2021
Li Çelîkhana navçeya Adiyemanê kundê ku birîndar hat dîtin, wê piştî tedawiyê li siruştê were azakirin.
Rayedarên şirketa Belakirina Ceyranê ya Adiyeman û Kahramanmaraşê (AKEDAŞ) li gundê Koşeuşagiyê kundekî birîndar û bêhal dît û cab da rayedaran.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeya Navçeyê kund teslîmî ekîbên Midûriya Şaxa Parkên Neteweyî kir û kund hat tedawîkirin.
Hat gotin ku kund wê piştî tedawiyê li siruştê were azakirin.