Deniz Çiçek Palabıyık
15 Îlon 2021•Rojanekirin: 15 Îlon 2021
Li gor ragihandina Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê îro li seranserê welêt hewa wê ewrayî û pir ewrayî be.
Tê payîn ku îro li bakur û rojhilatê Marmarayê, Egeya Navîn, Behra Spî, Anadoluya Navîn, peravên Behra Reş û der û dorê Muglayê wê tavî û taviya bibirqetav hebe.
Baran li Herêma Golan, rojhilat û başûrê Anadoluya Navîn, der û dorê Bolu, Samsun, Ordu û Gîresunê, rojhilatê Denizliyê, rojhilat û başûrê Afyonkarahîsarê û rojavayê Çankiriyê jî tev awayek herêmî wê bibare.
Ji ber lehî, avqelibîn, brûskvedan, bayê zêde û bobelatê û di qada çûn û hatinê da jî tengasî çêbûnê divê welatî bi baldar bin û bê tevdîr dernekevin.
Wisa tê texmînkirin ku li herêmên navîn û rojavayê welêt germahî bi qasî 2-6 pileyan wê dakeve û ji alî din va jî li herêmên mayî germahî wê li gor demsalê be.