Mustafa Çelik
16 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2026
Li Sultanhîsara navçeya Aydinê serwêsa karkeran welgeriya û 16 kes birîndar bûn.
Minîbêsa bi plakaya 09 P 1762 a ku S.Y diajot û karkerên fabrîqeyê tê da bûn li Xaçerêya Yenîpazarê ya rêya Aydin-Denîzliyê ji kontrola ajokar derket û welgeriya.
Li ser îxbarê ekîbên polês, cendirme, îtfaiye û tenduristiyê sewqî herêmê kirin.
Di qezayê da ajokar û 15 karker birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyan.