Waliyê Qersê Eyup Tepe diyar kir kesê ku Mert Aydinê 9 salî kuştiye hat girtin.
Walî Tepe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku gumanbar duh êvarê li Qersê di dikanekê de hat binçavkirin.
Tepe diyar kir ku kujer pêşiyê birin ewlekariyê, muameleyên wî yên li wir qedandin paşê jî derxistin dadgehê. Dadgehê biryara girtinê da û kujer şandin girtîgeheka Erziromê.
Walî Tepe destnîşan kir ku ew ê daxuyaniyeke berfireh jî bidin û wiha got: "Ji Xwedê re şikir ku me kujêr derdest kir. Ev ji bo me teseliyek e. Ji xêncî vê taybetiyeke wê tune. Me anîbû astekê lê teslîm nebû. Me ji duh nîvro şûnde dizanibû. Me kujer di saet 13.30yî de derderst kir.
Waliyê Qersê Eyup Tepe li ser girtina kujerê zarokê 9 salî yê bi navê Mert Aydin got: "Bavê Mert û kujer ji berê de hev du nas dikin. Di nav wan de danûsitandin jî heye. Lê merivê hev du nînin."
Walî Tepe diyar kir ku navê kujerê zarokê 9 salî yê bi navê Mert Aydin, Aykût Bal (23) e û kujer bi sabiqe ye, berê "dizî kiriye, qîz revandiye."
- Bûyer
Mert Aydinê 9 salî di 6ê nîsanê de danê nîvro ji apê xwe re xwarin biribû dikana wî. Mert xwarin danîbû dikanê paşê venegeriyabû mala xwe. Malbata Mert hayê polêsan pê xistibû ku lawê wan winda bûye. Cesedê Mert Aydin di 7ê nîsanê de li taxa Qeredaxê di nav xirbeyan de hatibû dîtin.