Kiliçdaroglu li Aydinê piştî mitînga Buharkentê pirsên rojnamegeran ên li ser hilbijartina Serokomariyê bersivandin.
Kiliçdaroglu got ku divê rabirdûya namzedê Serokomariyê paqij be û wiha pê de çû: "Namzed dê bi xwe derkeve û xwe bide nasîn. Welatî dê namzedê serokomariyê bibînin, nasnameya wî bibînin, wesfên wî bibînin, axaftina wî bibînin û li rabirdûya wî binihêrin. Gelo paqij e yan nîne, dê lê binhêrin. Lewra taybetmendiyeke serokomar heye. Ji bilî îxaneta welêt, Serokomar bi tu awayî nayê sûcdarkirin. Miqama wî cuda ye. Ji ber vê çendê divê rabirdûya wî pir paqij û saf be. Ev hilbijartin hilbijartineke normal a siyasî nîne. Em serokwezîrekî hilnabijêrin. Ji ber vê çendê gel dê bibîne ka bê wesfên namzed dê têra serokomariyê bike yan na."
Gotinên Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ên ku "Dibêjin ku Pensilvanya (Tevgera Fethûllah Gulen) der heqê min de fîlmeke baş amade dike" jî ji Kiliçdaroglu hat pirsîn û wiha got: "Heke ku fîlmek tê amadekirin bila eşkere bike. Tê wê wateyê ku hûrgiliyan dizane. Çi ye û çi nîne, em nizanin. Di van mijaran de tu agahiyên me tunene. Lê êdî der heqê wî de fîlm tê amadekirin an jî tişteke din tê amadekirin em nizanin. Wisa dixûyê ku ew dizane. Heke ku hûrgiliyan bibêje em ê jî pê bihesin."