Haydar Şahin
14 Îlon 2018•Rojanekirin: 16 Îlon 2018
ŞANLIURFA
Li Şanliurfaya ku çanda wê ya xurek dewlemend e bi sarbûna hewayê ji berê zêdetir tirîtê tercih dikin û di datînin ser sifreya taştê.
Li bajarê ku dibêjin Hezretî Îbrahîm lê jiyaye û ji ber vê dibêjin "Sifre û bereketa Xelîl Îbrahîm" xwarin û xurekên herêmî hem çavan hem jî zikan têr dikin. Tirîta ku li ber jibîrkirinê ye jî sifreyên taştê dixemilîne.
Petandina tirîtê gelekî zor e. Kêmzêde 12 saetan goştê berxan, hestû tên kelandin bi ava wan, nanê loş, mast û sîrê tirîtê tê amadekirin. Her diçe li bajêr hejmara hosteyên tirîtê kêm dibe. Her roj danê nimêja sibê dest bi serwêsa tirîtê dikin û beriya nîvro tirît xilas dibe.
Ji ber ku di hewayên sar da quwetê dide bedena merivan di van deman da zêde tê xwestin, ziyaretvanên tên bajêr jî eleqeyeke mezin nîşanî tirîtê didin.
Şukru Bayramê 54 salî yê ku 32 sal e li navenda bajêr hostetiya tirîtê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ev xwarina ji kal û bavê wan maye, bi sedan sal e tiştên dixin nav naguhere.
- "Di 12 saetan da tê amadekirin"
Bayram der barê çêkirina xwarinê da wiha pê da çû:
"Tirît ji goşt û hestûyan tê çêkirin. Em goşt dixin qazanan û paşê didin ser agir. Kêmzêde 12 saetan dikele. Em êvarê didin ser agir hetanî ber destê sibê dikele. Jixwe şebeqê goşt û hestû ji hev da dikevin. Em paşê goşt û hestûyan ji nav hev derdixin, ava goşt parzûn dikin. Nanê loş, mastê sîrkirî û ava goşt bi hev ra didin ber mişteriyên xwe. Hema bêje di saet 10.00an da xwarin xilas dibe. Piştî xwarin xilas dibe bixwazin jî êdî xwarin çênabe dibê li benda sibê bisekinin. Lewra tirît dema ji 12 saetan kêmtir bikele nayê ser tehma xwe."