Türkan Tosun
16 Îlon 2018•Rojanekirin: 18 Îlon 2018
ŞANLIURFA
Li Şanliurfaya ku ji hêla xwarinê va xwedî mitbaxeke dewlemend e ji bo ku xwarina "boraniya pincarê ya Şanliurfayê" neyê jibîrkirin û derbasî nifşên nû bibe, hewl tê dayîn.
Boraniya pincarê ya Rihayê ji hêla Saziya Marka û Patentê ya Tirkiyeyê va hatiye tescîlkirin. Ev xwarina navdar bi taybetî zivistanê tê çêkirin û li bajêr xwarineke navdar e.
Ji bo boranî bê çêkirin goştê sor ê biçûk hatiye hurkirin, nok, fasulyeya soya û silqa biyanî tê kelandin. Paşê kifteyên savar ên ku di rûn da hatine sorkirin li ser wê tê zêdekirin, bi qatixê sîrkirî tê xwarin.
Çêkirina vê xwarinê ji ber ku hinekî zehmet e, êdî di malan da kêm tê çêkirin. Lê Şaredariya Mezin a Şanliurfayê ji bo ev xwarin neyê jibîrkirin xebatan dike.
- "Armanca me ew e ku xwarinên me yên herêmî bigîhîjin nifşên nû"
Jinên jêhatî di Çarşiya Destên Jêhatî da van xwarinên herêmî çêdikin û pêşkeşî turîst û mêvanên li bajêr dikin.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin a Şanliurfayê Mehmet Emîn Ozçinar ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li vî bajarê qedîm ya ku dîroka wê digîhîje 12 hezar salî çanda xwarinê jî evqas qedîm e.
Ozçinar got ew xwarinên berê û herêmî yên ku hindik maye bên jibîrkirin di Çarşiya Destên Jêhatî da didin çêkirin û nasandin.
Ozçinar anî ziman ew hewl didin ev xwarin tim bên çêkirin û wiha dewam kir: "Ji bo nasandina boraniyê jî em gelekî ked didin. Ji bo ku neyê jibîrkirin û bê nasandin em didin turîstên herêmî û biyanî. Armanca me ew e ku xwarinên me yên herêmî bigîhîjin nifşên nû."
Welatî Gulşen Topuzşener got ew xwarina boraniyê pir hez dike lê çêkirina wê zehmet e.
Topuzşener pesnê vê xwarinê da û got di nav xwarinên Şanliurfayê da boranî xwarineke taybet e û ew ji mêvanan ra çêdikin.