İbrahim Atmaca
26 Mijdar 2018•Rojanekirin: 26 Mijdar 2018
BATMAN
Li Batmanê li ser Hezretî Elî bername hat lidarxistin.
Platforma Sewdaliyên Pêxember li saloneke dewatê çalakiya "Stêrkên ku Rêya Me Ronî Dikin Deriyê Îlîm Ez. Elî" li dar xist û çalakî bi xwendina Qur'ana Pîroz va dest pê kir. Piştî ku li ser jiyana Hezretî Elî sînevîzyon hat pêşandin, îlahî hatin gotin.
Nivîskar Mehmet Goktaş ji jiyana Hezretî Elî qala hin beşan kir û got ku Hezretî Elî ji bo ometê mînak e.
Goktaş bal kişand ku divê ciwan Hezretî Elî ji xwe ra têxin mînak û destnîşan kir ku Hezretî Elî pêşengekî ku îstiqametê nîşanî ometê dide ye.
Bername bi dia va kuta bû.
Serokê Bajarê Batmanê yê HUDAPARê Davut Şahîn jî beşdarî bernameyê bû.
Li navçeya Kozlukê li Dibistana Seretayî ya 29ê Cotmehê bernameya "Deriyê Îlmê Hezretî Elî" hat lidarxistin, endamê Platforma Sewdaliyên Pêxember Ebdulcelîl Bala tê da axivî û piştî axaftinê li ser jiyana Hezretî Elî sînevîzyon hat pêşandin.
Serokê Cemiyeta Perwerdekaran Kenan Çaplik destnîşan kir ku Hezretî Elî pêşengekî ku îstiqametê nîşanî ometa Îslamê dide ye û wiha dewam kir, "Ew ne tenê fermandarekî ku li qada şer weke perwaneyê dizivire ye. Ew di heman demê da deriyê îlmê, şarezayekî rêvebiriyê û pêşengekî ku di demên herî dijwar da serokatî kiriye û îstiqamet nîşanî ometa peyê xwe daye ye."