30 Mijdar 2015•Rojanekirin: 30 Mijdar 2015
BALIKESÎR
Li Ayvalika navçeya Balikesîrê 113 qaçaxên ku hewl didan bi rêyên dereqanûnî herin girava Mîdîlliyê ya Yewnanistanê, hatin girtin.
Li gor agahiyan 113 qaçaxên ku hewl didan ku herin Ewropayê, li nêzîkî girava Madenê ya Ayvalikê ji hêla tîmên Ewlehiya Qerexayê yên Ayvalikê hatin tespîtkirin.
Tîman qaçax anîn girava Cundayê û li Fermandariya Botê ya Ewlehiya Qeraxê xwarin, betanî û vexwarin dan qaçaxan.
Hin qaçaxên ku nexweşin jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ayvalikê.
Tîman qaçaxên ji Sûriye, Filîstin, Tîbet û Hindistanê teslîmî Navenda Paşveşandinê ya Biyaniyan ya li Ayvalikê kirin.