İbrahim Atmaca
26 Sibat 2018•Rojanekirin: 27 Sibat 2018
BÎTLÎS
Hat ragihandin ku li Bilîsê ji ber barîna berfê rojekê navber dan perwerdeyê.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, ji ber rewşa hewayê ya xerab û barîna berfê dibistanên navenda bajêr û gundên ser navendê ji bo rojekê hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku wê ji bo xebatkarên ducanî û astengdar ên ku di sazî û dezgehên qamûyê da dixebitin, destûra îdarî were dayîn.