Türkan Tosun
26 Sibat 2018•Rojanekirin: 27 Sibat 2018
VAN
Li Rojhilatê Anadoluyê li Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê rêya 429 tax, mezra û gundan ji ber berf û bagerê hat girtin.
Şaredariya Mezin a Wanê daxuyand li giştiyê bajêr rêya 141 taxan hat girtin.
Di daxuyaniyê de hat gotin li navçeya Bahçesarayê rêya 70 tax û mezrayan bi temamî hatiye girtin. Li navçeya Gurpinarê rêya 41 tax û gundan, li navçeya Muradiyeyê rêya 17 tax û gundan, li navçeyên Başkale, Edremît, Îpekyolu û Sarayê jî rêya 13 tax û gundan hatiye girtin.
Hat gotin tîmên Şaredariya Mezin ji bo ku rê bên vekirin dixebitin.
- Bidlîs
Li Bidlîsê rêya 146 tax, mezra û gundan ji ber berf û bagerê hat girtin.
Midûrê Hizmetên Rê û Ragihandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan got ji bo rêya 146 tax, mezra û gundan bên vekirin tîm dixebitin.
Ji ber berfê li bajêr dibistan îro hatin tetîlkirin.
- Mûş ve Hekarî
Li Mûşê jî ji ber berfa ku şev barî rêya 30 gundan hat girtin.
Midûrê Hizmetên Rê û Ragihandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Mehmet Şah Şenturk daxuyand ji bo welatî mexdur nebin tîm bê navber dixebitin û rêya gundan wê di nav demeke kin de bên vekirin.
Li Hekariyê jî rêya 34 gund û 78 mezrayan hat girtin.
Tîmên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo ku rêya gund û mezrayan bê vekirin dixebitin.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê, li giştiyê herêmê hewa wê pir ewrabî be, li cihên bilind car caran wê berf û baran bi hev ra bibare.
Serê sibê û şev li herêmê wê mij û dûman çêbibe, germahiya hewayê jî wê li gor demsalê be.
Germahiya herî kêm li Wan û Hekariyê pileyek, li Bidlîsê di bin sifirê da pileyek, li Mûşê jî di bin sifirê da 3 pile hat pîvan.
Îro germahiya herî zêde li Wanê 6, li Hekariyê 3, li Bidlîsê 4, li Mûşê jî wê 9 pile be.