Ahmet Dengeşik
18 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2023
Li Bingolê dêleseya hewceyî xwedîkirinê hat dîtin û 9 cewrikên wê hildan bin parasatinê.
Vedat Avarê serokê Navenda Ciwaniyê ya Bingolê li gundê Kumgeçîta li ser navendê dêleseya nû zabû û 9 cewrikên wê yên mihtacê xwedikirinê dît.
Avar xeber da Midûriya Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê ya Bingolê û li ser vê ekîb çûne gund û dêlese û cewrikên wê yên ku mabûn bin bandora serma û birçîbûnû hildan û birin Malaxwedîkirina Heywanan a Berwext a Şaredariya Bingolê.
Vedat Avar spasiya ekîban kir.