Ali Çelik
18 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2023
Li Gurpinara navçeya Wanê piştî ku xebatên binesaziyê hatin temamkirin, bikaranîna xaza sirûştî destpê kir.
Hayrullah Tanişê Şaredarê Gurpinarê, Midûrê Şirketa Wanê yê Aksayê Musayîp Akyuz û endamên şaredariyê li Taxa Cumhuriyetê bûn mêvanê malbata Akbulutê û malbata Akbulut li ser agirê xaza sirûştî ji bo mêvanên xwe çaya ewil da ser.
Taniş bi bîr xist ku ji bo Gurpinarê dibin şahidê demeke dîrokî ku ji bo xaza sirûştî di sala 2019an da serî lê dan û di sala 2022yan da dest bi xebatên binesaziyê kirin.
Taniş behs kir piştî ku xebatên binesaziyê hatin temamkirin hefteya borî jî meşaleya ewil a xaza sirûştî pê xistin û îro jî li malan dest bi bikaranînê kirin û wiha axivî:
"Di vê mijarê da soza min hebû. Min gotibû ku li mala ewil a ku xaza sirûştî hat girêdan ez ê çayê vexwim. Me ji bo navçeya xwe projeyeke giring cîbicî kir. Di serî da Birêz Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan, Wezareta me ya Vejen û Çavkaniyên Sirûştî, parlementetên me, Midûrê me yê Herêmê yê Xaza Sirûştî yê Aksayê Musayîp Akyuz û hemû dostên me yên ked dan dikim. Ji bo ku li navçeya me xebatên me xeyal dikirin pêk bên xaza sirûştî pêngaveke giring e. Hember pêşvaçûna Gurpinarê du astengên me hebûn. Yek xaza siûştî ya din jî avahî. Em ê di adarê da jî xîmê avahiyan biavêjin ê navçeya xwe mezin bikin û bînin asta ku heq dike."
Xwediyê malê Murat Akbulut jî diyar kir ku xaza sirûştî çendî sal e kêmasiyek mezin bû ji bo navçeyê û got ku "Ji ber ku xaza sirûştî tune karmendên li navçeyê li navenda bajêr dimînin. Serokên me hemû cure fedakarî nîşan dan û ji bo Gurpinarê xeyalek pêk anîn. Em wisa bawer dikin ku dê bi projeya avahiyan va jî navçeya me ji hêla aborî û civakî va pêş va biçe. Di serî da Birêz Serokomarê me ez spasiya hemî aliyên ku ked dan, dikim."