Günay Nuh,Anıl Aydın
18 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2023
Qismekî mezin ê rûyê Gola Çildirê ya di navbera Erdexan û Qersê da ye qeşa girt, turîstên tên dîtina golê li vir şa dibin û dema xwe xweş derbas dikin.
Turîstên bi xizangên hespan digerin paşê li dora golê seyranê dikin, govendê digirin, li ser qeşayê dişiqitin û badmîntonê dileyîzin.

- "Ji bo nasandina Çildirê çi ji destê me tê em dikin"
Şaredarê Erdexanê Faruk Demir ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku Gola Çildirê ji bo herêmê cihekî bi qîmet e.
Demir got demek berê wan çalakiyek li dar xistiye ku turîst li ser golê bimeşin û ew ji ber ziyareta wan kêfxweş in.
Demir anî ziman ku îsal turîstên biyanî jî zêde tên û wiha axivî: "Em ji ber vê kêfxweş in. Ji bo vê jî wek rêvebiriya herêmî ya ku dikeve li ser me nasandina Çildirê ye û çi ji destê me tê em dikin."

Recep Demirê bi malbata xwe va ji Avustralyayê hatiye Çildirê jî got ew her sal tê Tirkiyeyê û wiha axivî: "Îsal em hatin Çildirê. Ev der bi rastî cihekî nuwaze ye, gelekî xweş e."
Bîrol Kayayê xizanga wî ya hespan heye jî got ew turîstên herêmî û biyanî digerîne û armanca wan ew e ku ew Çildirê bidin nasîn.