Nihat Kavşut
02 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2017
BURSA
Li Nîlufera navçeya Bursayê midîbusa karkeran qelibî û li gor agahiyên ewil di qezayê da 4 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan midîbusa karkeran li ser Kolana Sanayiyê li wesaîta li pêşiya xwe ket û peyra qelibî.
Hat destnîşankirin piştî bûyerê îtfaiye, polês û ekîbên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.
Li gor agahiyên ewil di qezayê da Hakan Şibay (43), Mesut Guney (41), Akin Demirkan (41) û ji wesayîta bi plakeya 16 SJT 66an jî Neslihan Namlucuoğlu (31) mirin 11 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên curbecur.