Ahmet Dengeşik
07 Îlon 2025•Rojanekirin: 09 Îlon 2025
Li Genca navçeya Bîngolê wesayîtek welgeriya, di qezayê da 3 kes birîndar bûn.
Li ser rêya Bîngol-Diyarbekirê li Taxa Makberê wesayîta ku plaqeya wê 34 DY 2426 ji kontrolê derket û welgeriya.
Li ser cawdayînê cendirme û ekîbên Tenduristiya Bilez a 112yê û agirkujê çûn cihê qezayê.
Ekîbên agirkujê 3 kesên di wesayîtê da asê mane mabûn xelas kirin.
Ekîban birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Gencê û Bîngolê.