Emrullah Cesur
31 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2025
Li cihên bilind ên Enqereyê berf barî.
Berfa ku bi şev dest pê kir, li deverên bilind ên Enqereyê car caran zêde kir.
Park, kolan, rê û banî bi berfa spî va hatin nixumandin.
Li taxa Ovacikê ya navçeya Keçîorenê, hin şofêran di hilkişîna palan da zehmetî kişandin.
Li Parka Goksuyê ya Eryamanê welatiyan bi şev bi topên berfê va lîstin.
Li gorî Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, tê payîn ku berf wê heta sibê car caran wê bibare.