Ferhat Yasak,Cüneyt Sevindik,Ali Cevahir Aktürk,Selami Küçükoğlu,İbrahim Halil Aktürk
31 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2025
Li tevahiya Stenbolê ji ber berfa ku ket, deverên bilind ên bajêr çilspî bûn.
Piştî hişyariyên meteorolojiyê li bajêr germa hewayê kêm bû û barana ku êvarê dibarî, li gelek navçeyan vegerande berfê.
Berfê paşê gur kir û li deverên bilind erd girt.
Li aliyê Anadoluyê di rêya Beykoz Kavacik-Rîvayê da ji ber berfa ku zêde ket, şofêran tengasî kişand.
Şofêrên ku di rê da man, hewl dan ku wesayîtên xwe xelas bikin, şofêrên ku nikaribûn pêş bikevin jî vegeriyan.
Li Girê Çamlicayê yê Uskudarê jî dîmenên xweş derketin holê. Li ser gir berf ket û hin welatiyên ku hatin wê derê bi goga berfê leyîst û wêne kişandin.
Li Çekmekoyê jî bi ketina berfê ra rê û ser wesayîtan çilspî bûn.
Li aliyê Ewropayê jî ji ber berfa ku zêde ket li Beylîkduzu û Esenyurtê rêyan berf girt.