Fatih Gazioğlu
18 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2018
BOLU / DUZCE
Li hêla Rêbeja Anadoluyê û aliyê Çiyayê Boluyê ser rêbeja D-100ê berfê dest pê kir.
Li gor agahiyan li herêmê danê sibê baran barî û piştî nîvroyê berfê dest pê kir. Berf li herêma Xaçerêya Abantê û Seymenlerê, li aliyê Duzceyê jî li xaçerêya Bakacak, Biçkiyani, Heyelan û Karanlikdere û Tunela Çiyayê Boluyê tesîr dike.
Ekîbên rêbejê bi makîneyên paqijkirina berfê û xoyê va xebatên xwe didomînin, tîmên trafîkê jî şofer hişyar kirin ku bilez neçin û wesayîtên pêşiya xwe jî ji nêz va neşopînin.
Rayedarên meteoroloijyê gotin li bendê ne ku barîna berfê 2 rojan dewam bike û roja şemî û yekşemê jî dibe ku dîsa baran bibare.