İbrahim Atmaca
24 Mijdar 2017•Rojanekirin: 24 Mijdar 2017
VAN
Li Herêma Rojhilata Andoluyê berfê rêya 407 gund û mezrayên Wan, Bitlîs û Mûşê girt.
Li Wanê duh bi şev berfê dayê û berf û bagerê li naçeya Gurpinarê rêya 92, li navçeya Tuşbayê rêya 75, li navçeya Ozalpê rêya 52, li navçeya Îpekyoluyê rêya 52, li navçeya Edremîtê rêya 20, li navçeya Muradiyeyê rêya 16, li navçeya Başkaleyê rêya 11, li navçeya Çaldêranê rêya 6 gund û mezrayan û li navçeya Miksê rêya gundekî girt.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dest bi xebatên vekirina rêyan kirin.
Berfê li Bitlîsê rêya 51 gundan, li Mûşê jî rêya 9 gund û 22 mezrayan girt.
Ekîb ji bo vekirina rêyan dixebitin.