İsmail Kaplan
22 Sibat 2023•Rojanekirin: 22 Sibat 2023
Li Dîgora navçeya Qersê ji ber berfa gur dibistan ji bo sibê hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya qaymeqamtiyê da hat gotin ku "Ji ber berfa ku li navçeya me dibare û şert û mercên hewayê yên nebaş li navendê û hemû saziyên perwerdeyê yên li gundên girêdayî navendê, saziyên perwerdeya taybet û navendên rehabîlîtasyonê 22yê sibatê rojek navber dan perwerdeyê."