Zafer Göder,Ahmet Özler
21 Sibat 2023•Rojanekirin: 22 Sibat 2023
MALATYA (AA) - Piştî erdhejên navend Meraş e "Sînemaya Gerok" ya ku ji bo zarokên di konbajaran da dijîn çû herêmê û rûyê wan kenand.
Midûriya Giştî ya Sînemayê ya Wezareta Çand û Turîzmê û Komeleya Ji Bo Hunerê Bi Rê Bikeve di 2017yan da bi navê "Sînemaya Gerok" xebatek dan destpêkirin.
Sînemaya Gerok ji bo erdhejzedeyan bi rê ket û gihîşt Meletiyê.
Ekîba sînemayê li ber Şaredariya Mezin a Meletiyê ji bo zarokan çalakiyek li dar xist.
Beriya nîşandana fîlmê stran hatin gotin, zarokan reqs kir û paşê fîlm temaşe kir.

- "Emê herin hemû bajaran"
Serokê Komeleya Ji Bo Hunerê Bi Rê Bikeve Erol Gozen ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku ew ji bo zarokan dixebitin û wiha axivî: "Me li 72 bajarên Tirkiyeyê, li 600 navçeyan û li 250 gundan bername çêkir. Em rojê xwe digîhinin 1200-1300 zarokî. Îsal em ê herin herêmên erdhejê. Li van deran 16-17 konbajar hene ku em ê herin van deran."
Gozen got ew tenê fîlman nîşan nadin, hewl didin zarok van travmayan ji bîr bikin, ji bo vê jî ew stranan dibêjin, reqsê bi wan didin kirin, şanoyê didin nîşandan, diyariyê didin zarokan.
Gozen anî ziman ku ji her aliyê Tirkiyeyê piştgirî ji bo xebatên wan tê dayîn û wiha dewam kir: "Îsal heta dawiya salê emê xwe bigîhînin zarokên me yên li herêma erdhejê. Ji bo ku ew xwe di nav ewlehiyê da hîs bikin em ê wan kêfxweş bikin."