Elif Irmak
26 Gulan 2020•Rojanekirin: 26 Gulan 2020
Li Aricaka navçeya Elezîzê qadên çandî ji ber teyrok û bayê gur zirar dît.
Piştî taviya ku bi navber li navçeyê barî teyrok û bayê gur derket û biqasî 200 donim eraziya çandiniyê ya çandî û bax û baxçeyê xisar dît.
Herwiha ji ber tesîra bayê gur sacên li banê 10 malan firiya.
Ekîbên Midûriya Navçeyê ya Çandinî û Daristanê li qadên çandî yên ku zirar dîtin lêkolîn kir.
Qaymeqam Şenol Ozturk têlefonî welatiyên ku eraziyên wan ên çandî û malên wan xisar dît kir û gote wan ku derbasî be, ragihand ku dê bibin şopînerê mijarê.