Jiyan

Li Erdexan û Qersê berf barî

Keleha Qersê û avahiyên dîrokî yên di bin berfê da man bi dronê hatin kişandin

Cüneyt Çelik, Anıl Aydın, Hüseyin Demirci  | 15.04.2025 - Rojanekırın : 16.04.2025
Li Erdexan û Qersê berf barî

Ardahan

 Li Erdexan û Qersê berfa ku zêde barî, tesîreke neyînî li jiyanê kir.

Li Erdexanê baranê bi şev vegerand berfê.

Li bajarê ku wesayît û rûberê zeviyan bi berfê spî bûn, serma tesîra xwe nîşan dide.

Li Derwazeya Saharayê ya Erdexanê bi Artvînê va girê dide, ji ber mij û berfê ajokaran zehmetî kişand, hin wesayîtên tonajgiran di rê da man.

- Qers

Li Qersê jî ji ber berfa ku bi şev zêde kir, navenda bajêr spîçîl bû.

Ekîbên Şaredariya Qersê û Midûriyeta Rêbejayê ya Herêma 18em xebata paqijkirina berfê da destpêkirin.

Keleha Qersê û avahiyên dîrokî yên di bin berfê da man bi dronê hatin kişandin.

Li Sariqamîşê jî bi barîna berfa ku bi şev dest pê kir, li navenda bajêr stûriya berfê gihîşt 20 santîmetreyî.

Darçamên zer û nebat spî bûn. Welatiyan berfa li ser wesayîtên xwe û her wiha ya li ber mal û kargehên xwe avêt.

Ji aliyekî din va li navçeyê werdekên beyanî û roviyê ku li tiştekî xwarinê digeriyan, ketin ber kamerayê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın